Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark wek her sal îsal jî Cejna Êzîd pîroz kir. Cejna Êzîd di roja 17.12.2016’an de li bajarê Kopenhagenê bi malbatî, bi xwarin û vexwarin û bi coş û şahî hat pîroz kirin. Pîrozbahîya Cejna Êzîdî di seat 17.00’an de bi beşdarîya hemû malbatên endam û çend malbatên nas û dost dest pê kir. Her malbatekê xwarin, şekir û tiştên li ser masê li gel xwe anîbûn û bi hev re şîva xwe xwarin. Piştre jî serokê komelê bixêrhatina hemi mêvan kir, cejna wan pîroz kir û bi kurtayî bahsa rojîyên Êzîdîyan, rojî û çejna Şêşims, rojî û Cejna Xwedana û rojî û pîrozkirina Cejna Êzîd û mahna wan di nav Ola Êzîdayetîyê de kir. Komelê ji bo hemi zarokan xelat/dîyarî kirîbûn û her zarokek bi pêwana Cejna Êzîd dîyarîyek danê. Vê yekê jî bêguman gelekî kêfa zarokan anî. Heta derengî şevê malbat ji xw ere runiştin, sohbet kirin û govend û dîlan gerandin.
|