Piştî ferman û karêsata li Şingalê di roja 3. Tebaxa 2014’an de, bi sedan, bi hezaran zarokên Êzîdî bê dê û bav man.
Jîyana wan ne ti jîyane û di nava travmayeke mezin de dijîn. Gelek ji wan bi salan di destên har û hovên DAIŞ’ê de man û kuştina dê û bavên xwe, serjêkirina mirovên xwe bi çavên xwe dîtine û nefsîya wan, dêrûnîya wan têk çûye.
Ji ber wê yekê ev zarok pêwistî hemi şêweyê alîkarîyê ne.
Bi vê pêwanê, em ev rêxistinên ku navên wan li jêr e, di 03.12.2016’an de li bajarê Kopenhagenê şeveke piştgirîyê li dar dixin.
Em hêvîdarin ku ew kesên ku nêzîk in beşdarî vê şeva me bibin û destê alîkarîyê dirêjî van zarokên bê dê û bav bikin.
Herweha, heger ku hun nikaribin beşdar jî bibin, emê pirr kêfxweş jî bibin ku hun bi rêya Mobilepay alîkarîya xwe bişînin.
Rêxistinên ku şevê amade dikin ev in:
1. Fonda Alîkarîya Zarokan li Holanda (bi serpereştîya
Hozan Elind).
2. Federasyona Komelên Kurd li Danîmark.
3. Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark.
4. Baskên Teyr Tawis – Komîta Şingalê.
Mobilepay:
30 22 52 97
27 83 80 83
Gava ku we li ser Mobilepay alîkarîya xwe bi rê kir, ji kereme xwe re “Støtteaften” li ber binivîsin.
Lînk: https://www.facebook.com/events/212776835817153/