Berîya du salan, di rojek weke îro de, di van demên şevê de, ango di roja 3. Tebaxa 2014’an de, di dema ku xelkê Şingalê hê di xewa kûr û şêrîn de bû, rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dest bi êrîşên xwe ên hovane kir û êrîşî Êzîdîyên Şingalê kir.
DAIŞ’ê bi vê êrîşa xwe a hovane karêsat û fermaneke nedîtî anî serê Êzîdîyan. Di çavên wan de Êzîdî kafir û xwedênenas bûn û hemû tiştê ku bi Êzîdîyan bikirina jî ji bo xwe helal didîtin, kuştin, talankirin, jinrevandin û hwd. An wê Êzîdî misilman bibûne, an jî qetla wan di cî de helal bû. Û wilo jî kirin.
DAIŞ’ê jenosîdeke mezin anî serê Êzîdîyan û ew di qetlîaman re derbas kir. Çima? Ji ber ku bi ola xwe Êzîdî bûn.
Pistî hatina DAIŞ‘ê bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn, bi dehhezaran bi rojan li serê Cîyayê Shingalê mane asê û bi sedan jî ji ber nan û avê jîyana xwe ji dest dan.
Ji bilî wê yekê DAIŞ’ê Êzîdî di komkujîyan re derbas kir, ku gelek ji wan bi saxî binax kirin. Şeref û namûsa Êzîdîyan kete bin lingan û bi sedan keç û jinên Êzîdîyan hatin revandin û heta roja îro jî li bazaran têne firotin.
Eve fermaneke ecêbgirtî bû, karêsateke nedîtî bû. Îro Êzîdî li seranserê Kurdistanê, di welatê xwe de bûne pênaber/koçber û muhtacî alîkarîyê ne. Li gel ku Şingal û gelek herêmên Êzîdîyan hatine rizgarkirin jî, lê heta îro jî mixabin hê gelek komalgehên Êzîdîyan li Başûrê Şingalê di bin destê DAIŞ’ê de ne, û dîsan heta îro jî hê bi hezaran keç, jin, zarok , kalemêr û pîrejinên Êzîdî weke êsîran di nav destê DAIŞ’ê de mane asê.
Heta niha bi dehan gorên bi kom li Şingalê hatine dîtin û bi ser vê qasê jî de hê Civaka Navdewletî karêsata li Şingalê weke Jenosîda li dijî Êzîdîya nas nekirîye. Eve şermeke mezine ji bo mirovatîyê. Heta îro jî Şingal ji bo vegerê ne arame, û hê jî bi sedhezaran Êzîdî li Başûrê Kurdistanê di kampên pênaberan de di bin xîvet û çadiran de dîjîn û li bendê ne ku rojekê ji rojan vegerin ser axa bav û kalan.
Em 2. salvegera karêsata li Şingalê bi hizin û bi hurmet bi bîr tînin, bejna xwe li ber yadê hemi cangorîyan ditewînin û hezar nefretan li kiryar û hovîtîya DAIŞ’ê dibarînin.
Herweha jî hêvîya me ewe ku herêmên Êzîdîyan ên mayîn jî di zûtirîn dem de ji nav destên DAÎŞ’ê bên rizgar kirin, herêma Şingalê bi temamî bê aram kirin û ji bo vegera xelkê pênaber dest bi parastin û pêwistîyên wan bê kirin.
Em bangî Raya Giştî a Cihanê û tevaye Civaka Kurd û hemû kesên pênwendîdar dikin ku hewl bidin xwe ku Jenosîda Êzîdîyan bi fermî bidin nas kirin û di zûtirîn dem de hemû keç û jinên Êzîdî ên heta niha di destê DAIŞ’ê de mane asê rizgar bikin.
Em Şingalê jî bîr nakin – tu jî Şingalê ji bîr neke û nede ji bîr kirin.
Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
03.08.2016