Çalakvanê Amerîkî Mr. Lee li ber Zîyareta Şerfedîn hat veşartin

10096

Bahzani.net/kurdi: 22.07.2016

Çalakvanekî amerîkî ê bi navê Leland Stanford Scott, ku wek Mr. Lee dihat nas kirin, li Şingalê, li goristana Êzîdîyan a li ber Serfedîn hat bi cî kirin.

Mr. Lee li Şingalê alîkarîya Êzîdîyan dikir û mamoste bû. Ji bilî wê jî di navendeke tenduristîyê a swêdîyan de kar dikir û gelekî dihat hez kirin.

Mr. Lee mixabin ji ber krîza dil jîyana xwe ji dest da û li ser daxwaza wî, ku berê gotibû “gava ez mirim, ez dixwazim li axa Êzîdîyan a pîroz bêm veşartin”, Êzîdîyan jî ew daxwaza wî pêk anîn û ew li ber Zîyareta Şerfedîn spartin axê.

Bi sedan şervanên Êzîdî ên ser bi Hêza Parastina Êzîdxanê (HPÊ) beşdarî merasima axspartina Mr. Lee bûn û ew bi hurmet spartin axê.

Wek ku tê zanîn tenê Êzîdî li goristanên Êzîdîyan tên veşartin, lê gava ku malbata Mr. Lee ev daxwaza wî gihand Êzîdîyên Şingalê, wan jî di cî de ev yek qebul kirin û daxwaza wî bi cî anîn.

Herweha jî tenê kesayetîyên mezin, şervan, mêrxas û oldarên mezin ên Êzîdîyan li ber Zîyareta Şerfedîn tên veşartin.

Mr. Lee jî, ku di vê dema pêwîst de gelekî di nav Êzîdîyan de mabû û bi kar û nêzîkbûna xwe a li himberî Êzîdîyan cihê xwe di dilê Êzîdîyan de çêkiribû, yek ji van kesayetên mezin û bi nav û deng bû.

Mr. Lee yekemîn kesê bîyanî û ne ji ola Êzîdayetîye ye ku di nav mirîyên Êzîdîyan de tê veşartin.

 

Çavkanî: http://ezidipress.com/blog/shingal-verstorbener-us-aktivist-in-sherfedin-bestattet/