Wezîra Parastina Îtaliya li Dihokê serdana koçberên Êzidî kir

587
Ji aliyê RÛDAW 10.05.2016
Roberta Pinotti li Kampa Xankê, Dihok
Roberta Pinotti li Kampa Xankê, Dihok

Dihok (Rûdaw) – Wezîra Parastinê ya Îtaliya Roberta Pinotti ku di çarçoveya serdanekê de li Başûrê Kurdistanê ye, îro serdana kampa Xankê ya koçberan li parêzgeha Dihokê kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê Eyûb Nesrî ragihand, Wezîra Parastina Îtaliya îro serdana kampa Xankê kir û ligel he ryek ji Parêzgarê Dihokê Ferhad Etroşî û berpirsên Kampa Xankê civiya.

 

Eyûb Nesrî got, serdana Pinotti bo Kampa Xankê û hevdîtinên wê ligel parêzgarê Dihokê û rayedarên kampê bo ji nêzîk ve agahdarbûn ji rewşa koçberan e.

 

Pinotti piştî wan hevdîtinan, serdana nav kampê jî kir û di dema geryana nav kampê de bi koçberan re rûnişt û bi wan re gotûbêj kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku Wezîra Parastinê ya Îtaliya ligel keç û jinên nav Kmapa Xankê jî civiya û li ser rewşa jiyana wan axivî, bi taybet ku rêxistineke Îtalyayî projeyekê bo keç û jinên nav wê kampê cîbicî dike.

 

Derbarê projeyan de jî, Eyûb Nesrî got, 2 rêxistinên Îtalyayî li kampên sînorê parêzgeha Dihokê di warên perwerdehî, tendirustî û rewşenbîrî deçalakiyên cor bi cor encam didin û niha jî li Kampa Xankê projeykê ji keç û jinên wê kampê re cîbicî dikin.

 

Li Kampa Xankê pirranî koçberên Kurdên Êzidî dijîn, ku ji ber êrişên DAIŞê di sala 2014ê de ji Şingalê û deverên din reviyan û xwe gihandin parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê