Îro her du keçên Êzîdî, Nadîya Mirad û Lamîya Hajî Başar bi merasimekê di Parlamentoya Ewropa de ji alîyê serokê Parlamentoya Ewropa ve bi xelata Sakharov hatin xelat kirin.

Em bi vê xelatê gelkî kêfxweş û serbilind bûn.

Her du keçên Êzîdî bûne sembola kûl û êşa Êzîdîyan. Bûne sembola şeref û namûsa Êzîdîyan û sembola berxwedana Êzîdîyan li dijî har û hovên xwedênenasên DAIŞ’ê.
DAIŞ’ê ferman û jenosîdeke mezin anî serê Êzîdîyan li Şingalê. Bi hezaran Êzîdî kuştin û serjê kirin, bi hezaran jî keç, jin û zarok hêsîr kirin û bi xwe re birin. Bi sedhezaran jî Êzîdî ji cih û warên xwe hatin der kirin û îro li Kurdistanê di kampan de dijîn, ji bilî vêca ên ku revîyan Ewropa, Canada û Amerîka û wek noka tu li kevir bidê terkî dinya bûn.Heta vê gavê jî derdora 3500 keç û jinên Êzîdî di nav destên har û hovên DAIŞ’ê de mane asê, û her roj destdirêjî li şeref û namûsa wan tê kirin û li sûk û bazaran tên kirrîn û firotin.Nadîya Mirad û Lamîya Hajî Başar jî bi mehan, bi salan di nav destê wan har û hovan de man û rastî gelek bûyerên kirêt hatin.
Îro ew êdî bûne dengê kerr û lalan, bûne dengê bê dengan, bûne dengê feqîr û jaran û hawar û qêrîna xwe digihînin civaka navnetewî ku rojek berî rojekê bi hawara Êzîdîyan ve herin, wan keç û jinên mayîn jî ji destê wan har û hovan rizgar bikin, alîkarî bikin ku Êzîdî karibin di welatê xwe de, li ser cih û warên xwe, li ser koka xwe jîyanek azad û rûmet bijîn.Em dubare pîrozbahîyê li her du xwîşkên xwe, li her du dayîkên xwe û şeref û namûsa xwe Nadîya Mirad û Lamîya Hajî Başar û herweha li tevaye Civaka Êzîdî dikin û bi kar û xebata wan her serbilind in.Em hêvîdarin ji Xwedê û Tawisî Melek ku ew zarokên me, ew keçên me, ew xwîşk û dayîkên me ên din jî zû ji nav destên DAIŞ’ê rizgar bibin û bigihin azadî û aramîya xwe.

Em bi vê wesîleyê bangî tevaye Civaka Navnetewî dikin ku li Êzîdîyan xwedî derkevin û wan li dijî Îslama radîkal biparêzin.

 

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark
13.12.2016