Nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad, ku ji gûndê Xetarê, ji Başûrê Kurdistanê ye, di roja 14.07.2016’an de li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagenê bû mêvanê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark.

Lêkolînvan Dawid Mirad ji bo semînerekê li bajarê Helsingborg, li Swêdê bû. Bi vê pêwanê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark jî pêwendî li gel danî û daxwaza semînrekê jê kir û ev semîner di roja çarşema 14.07.2016’an de li bajarê Kopenhagenê pêk hat.

Mixabin ji ber wextê teng ê rêzdar Dawid Mirad, me wek Komela Kultûrî a Êzîdîyan derfet nedît ku reklama semînerê bidin û semînereke berfireh, ku hemû kes tê de cî bigrê, lidar bêxin.

Semînera nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad li ser lêkolînên wî, pirtûkên wî û li ser belge û dokumentên ku di nava salan de li ser Civaka Êzîdî, dîroka Êzîdîyan û li ser karêsata li Şingalê hatî serê Êzîdîyan nivîsîne û berhevkirine bû.

Piştî yek deqe rêzgirtin ji bo cangorîyên Şingalê û hemû cangorîyên fermanên hatîn serê Êzîdîyan, nivîskar Dawid Mirad dest bi axaftina xwe a semînerê kir. Di destpêkê de Dawid Mirad kûr û dûr li ser bîr û bahwerîya ola Êzîdîdayetîyê sekinî û bi dîrokê ve hat heta ku giha vê dema em tê de. Piştre jî qala pirtûkên xwe û belge û dokumentên ku heta niha li ser Êzîdîyan nivîsîne û kom kirîye kir.

Birêz Dawid Mirad heta niha 25 pirtûk çap kirine û halê hazir 15 pirtûkên din jî li ber destin, ku hêvî ewe di demek nêzîk de bên çap kirin. Hemû kar û xebat û lêkolînên rêzdar Dawid Mirad li ser Civaka Êzîdî, rewşa wan û dîroka wan a ji fermanan tijîye û çend pirtûk jî li ser dîroka kurdane.

Ji van 15 pirtûkên li ber dest 5 ji wan li ser karêsat û komkujîya Êzîdîyan li Şingalê ne. Ji berxwedana mêrxasên Êzîdî ên wek Qasim Şeşo, Qasim Dirbo, Heyder Şeşo, Qasimê Simêr, Şêx Xêrî û bi sedan mêrxasên din, ku di dema komkujîya li Şingalê bi mêrxasî li serê Çîyayê Şingalê li ber xwe dan û li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê Êzîdî parastin, heta bi revandina keç û jinên Êzîdîyan û karêsata hatî serê Êzîdîyan hemû dokument kirîye û nivîsîye.

Hêjayî gotinê ye, ku pirtûkek rêzdar Dawid Mirad jî li ser rewş û rola jina Êzîdî di nav civakê de ye.

Ji bo xatirê ku belge û dokumentan bi dest bêxê, rêzdar Dawid Mirad bi rojan, heta bi hefteyan li pirtûkxaneyên Tirkîyê û Îranê dimînê û di arşîvên osmanî û sefawîyan de li belge û dokumentên dîrokî ên li ser Êzîdîyan û dîroka kurdan digerê û kom dikê.

Nivîskar û lêkolînvan Dawid Mirad bi xwe li ser dîrok û dokumentkirinê majesterî stendîye û di ber nivîskarî, lêkolînvanîyê re jî li gundê xwe, li gundê Xetarê li Başûrê Kurdistanê mamosteyê lîseyê ye.

Piştî axaftina semînerê mêvanan pirsên xwe kirin û rêzdar Dawid Mirad jî ew bersivandin. Semînerê derdora sê seatan dewam kir û serkeftî derbas bû.

 

Kopenhag

16.07.2016

————-